Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Hecma îxracat û îthalata sektora karûbaran a Çînê di çar mehên yekem ên salê de li gor heman heyama sala borî 4,9 ji sedî zêde bû û gihîşt nêzîkî 2,485 trîlyon yuanan.

Li gor daneyên ku ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ya Çînê ve hatine eşkere kirin, di navbera çile û nîsanê de hecma bazirganiya karûbaran bi bingeha salane 4,9 ji sedî zêde bû û gihîşt 2,485 trîlyon yuanan (nêzîkî 366,69 mîlyar dolar).

Di vê heyamê de, îxracata karûbaran bi bingeha salane 15 ji sedî zêde bû û gihîşt 985 mîlyar yuanan (nêzîkî 145,46 mîlyar dolar). Îthalata karûbaran jî bi 0,8 ji sedî kêm bû û daket 1,5 trîlyon yuanan (nêzîkî 221,4 mîlyar dolar).

Li gor daneyan, hecma îxracat û îthalata karûbarên zanyariyê-berfireh, ku di çar mehên yekem de mezinbûna xwe ya bilez domand, li gor heman heyama sala borî 5,1 ji sedî zêde bû û gihîşt 1,1 trîlyon yuanan (nêzîkî 162,94 mîlyar dolar). Di vê beşê de, mezinbûna 11,7 ji sedî ya îxracatê bala kesan kişand.

Di heman heyamê de, qada ku herî zêde mezinbûna îxracatê dît karûbarên geştê bûn. Îxracata karûbarên geştê bi bingeha salane 30,4 ji sedî zêde bû û gihîşt 147,15 mîlyar yuanan (nêzîkî 21,72 mîlyar dolar). Di îthalatê de jî mezinbûna herî zêde di karûbarên veguhestinê de hate tomar kirin. Îthalata karûbarên veguhestinê bi 24,9 ji sedî zêde bû û gihîşt 316,45 mîlyar yuanan (nêzîkî 46,7 mîlyar dolar).

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp