Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Pêşangeh, pêvajoya dîrokî ya weşanxaneya pirtûkên Bulgarî û çalakiyên perwerdehiyê ji nîvê duyemîn ê sedsala 19’an heta destpêka sedsala 20’an nîşan dide.

Pêşangeh di mala Hristo Gruev Danov de ye, ku bi navê “bavê pirtûka Bulgarî” tê binavkirin. Mêvan dikarin nimûneyên kêmhatî yên pirtûkên çapkirî yên aîdî Serdema Bîdarîbûna Bulgarî ji nêzîk ve bibînin û herwiha li ser makîneya çapa orjînal a ku Danov bikar tîna, çapkirina pirtûkekî jî biceribînin.

Modelên perwerdehiya astronômiyê yên ku li ser Merkûr, Vênûs, Erd û Marsê navend dikin jî wekî yek ji beşên herî balkêş ên muzeyê têne nîşandan.

Li gorî agahiyên ku rayedarên muzeyê ragihandine, di amûrên pêşangehê de bi awayekî temsîlî tê nîşandan ku “bi alîkariya mûmek û aynayekê ronahiyê ku ji Rojê tê belavbûn çawa digihê Erdê”. Bi vê modela hêsan lê bandordar, “gerîna 24-saetî ya Erdê li ser eksa xwe” û çêbûna roj û şev ji bo mêvan bi awayekî dîtbar tê vegotin.

Di heman amûran de “cihê gerstêrkan li hember hev”, “tevgerên Heyvê”, “çêbûna demokan û rêzkirina gerstêrkan” jî bi şêwazekî berbiçav têne vegotin. Tê gotin ku ev model, bi taybetî di dersên fîzîk û biyolojiyê de, gelek salan wekî amûra fêrkirina pratîk hatine bikaranîn.

Ev modelên zanistî yên ku di salên 1920’an û 1930’an de di dibistanan de bi awayekî berfireh hatine bikaranîn, nîşan didin ku “perwerdehiya wê demê ne li ser ezberkirinê, lê li ser çavdêrî û aqilê” bû. Di pêşangehê de “modela sîngê bi pîşîkên (akciğer) derxistinbar” û “modela çavê ku bi sinira dîtinê re tê pêşandan” jî nîşan dide ku heta anatomiya mirovan jî di wê demê de bi şêwazekî pratîk tê fêrkirin.

Muzey di mala Hristo Gruev Danov (1828–1911) de ye, ku wekî damezrînerê weşanxaneya pirtûkên Bulgarî tê pejirandin. Dema ku karên Danov di warê weşanxanê û perwerdehiyê de bingeha sereke ya muzeyê pêk tînin, modelên zanistî û astronômî yên ku têne pêşandan têgihiştina perwerdehiyê ya sedsala 19’an, li gorî îro, bi şiklekî şaşkerane rasyonel û zanist-navend nîşan dide.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp