Îsraîl: Daxuyaniya YE bi rastiyan re hevnagirin
Orşelîm, 16ê Rêbendanê (Hibya) – Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê helwesta Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser Îran, Îsraîl û Felestîn rexne kir.
Îsraîl li ser daxuyaniyên dawî yên Yekîtiya Ewropayê nirxandinên xwe kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: «Dema ku li Îranê qirkirineke tirsnak tê çêkirin, Yekîtiya Ewropayê hîn jî bi obsesyonên xwe yên kevn ve girêdayî dimîne». Di heman demê de hat xêzkirin ku divê gelê Îranê were piştgirî kirin û tê teşwîq kirin ku Hêza Parastina Şoreşa Îslamî (IRGC) wekî rêxistina terorîst were nasîn; lê di dewama wê de hate gotin: «Li şûna wê, YE her carî wekî berê daxuyaniyeke bêma’nî li dijî Îsraîlê derdixe».
Daxuyaniyê her weha li ser nirxandinên YE yên derbarê Yehûdya, Samerî û Qudsê rawestiyaye û gotiye ku «îdîayên YE li ser Yehûdya, Samerî û Qudsê bi rastiyên li qada hevnagirin û mafê dîrokî, qanûnî û neteweyî yê gelê Cihûyî ji bo jiyana li welatê xwe tê guhertin».
Di dawiyê de, îdîayên li ser bêîstîqrarî jî hatin rexne kirin û hate gotin ku gotinên derbarê «xetereyên ji bo stablîtê» «sedemên bingehîn ên bêîstîqrarî li herêmê, ya ku teror û teşwîqên Felestînî ne û her weha refzkirina berdewam a naskirina Îsraîlê wekî dewleta neteweyî ya gelê Cihûyî ye» tê guhertin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî