Kristersson piştgirî da gelê Îranê
Stockholm, 12’ê Rêbendanê (Hibya) – Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson her cure bikaranîna şîdetê li dijî xwepêşandaran li Îranê şermezar kir û got ku bi gelê Îranê re di hevpariyê de ye.
Serokwezîrê Swêdê Kristersson got ku ji Îranê re derbarê kuştina xwepêşandaran de nûçeyên nebaş tên.
Wî her cure bikaranîna şîdetê li dijî xwepêşandarên aştiyê şermezar kir û daxwaz kir ku yên ku bi neheqî hatine girtin werin serbest kirin.
Kristersson destnîşan kir ku Swêd di şerê azadiyê de bi gelê Îranê re di hevpariyê de ye.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî