Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê biryara rawestandina rabûna balafiran li seranserê welêt hate rakirin. Rêveberiya Federal a Balafirvaniyê (FAA) ragihand ku ji bo piştrastkirina aramiya pergalan û pêbaweriya operasyonan ceribandinên berfireh hatine kirin û piştî wan destûr ji bo destpêkirina firînan ji nû ve hatiye dayîn.

Wezîrê Veguhestinê yê DYAyê Sean Duffy di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de got ku saet 15:36 bi dema rojhilatê DYAyê li sazgehên FAA û navendên kontrola nêzîkbûna radarê ya termînalê (TRACON) pirsgirêkên telekomunîkasyonê derketine holê.

Duffy diyar kir ku dema biryara rawestandina rabûna balafiran li seranserê welêt wek tedbîreke pêşîlêgirtinê hat girtin, zêdetirî 3500 balafir di hewayê de bûn. Wî got ku pîlot û kontrolkerên trafîka hewayî li gorî prosedurên diyarkirî tevgeriyan û danîna balafiran bi ewlehî misoger kirin. Heta saet 20:00 hejmara balafirên di qada hewayî de ketibû bin 400.

Duffy tekez kir ku FAA hemû pergalên radarê an jî telekomunîkasyonê ji dest nedabûn û got ku ji bo firînên veguhestina bijîşkî ya acîl, barkirina alav û kelûpelên rizgarker û firînên dezgehên bicihanîna qanûnê îstîsna hatine destûrkirin.

Di daxuyaniya FAA de hate ragihandin ku biryara rawestandina rabûna balafiran hatiye rakirin û hin firîn ji nû ve dest pê kirine. Hate gotin ku aramiya pergalan û pêbaweriya operasyonan bi ceribandinan hatine piştrastkirin û ji rêwiyan re hat pêşniyarkirin ku ji bo agahiyên herî nû derbarê firînên xwe de bi şîrketên balafiran re têkilî daynin.

Ajansa Federal a Rêvebirina Rewşên Awarte (FEMA) jî ragihand ku bi hevahengiya nêzîk a bi Wezareta Ewlehiya Navxweyî (DHS) û FAA re, piştgirî ji rayedarên eyaletî û herêmî re tê dayîn û alîkarî ji rêwiyên ku ji derengmayînan bandor bûne re tê kirin. FEMA diyar kir ku tevî destpêkirina firînan ji nû ve, vegera operasyonên asayî dikare demê bixwaze.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp