Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Rêveberiya Federal a Balafirvaniyê ya DYAyê (FAA), ji ber pirsgirêka ragihandinê ya ku bandorê li navendên kontrola trafîka hewayî dike, li balafirgehên seranserê welêt rabûna balafiran heta ragihandineke din rawestand.

Wezîrê Veguhestinê yê DYAyê Sean Duffy di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de ragihand ku FAA biryara rawestandina rabûna balafiran li hemû balafirgehên DYAyê girtiye.

Duffy diyar kir ku pirsgirêkeke ragihandinê derketiye holê ku bandorê li hemû navendên kontrola trafîka hewayî dike û got ku teknîsyenên FAA li ser vê pirsgirêkê lêkolîn dikin. Wî her wiha got ku agahiyên nû derbarê pêşveçûnên rewşê de dê bên parvekirin.

Hat ragihandin ku biryara FAA hemû rabûnên balafiran li seranserê welêt digire nav xwe, lê balafirên ku jixwe di hewayê de ne dikarin firînên xwe bidomînin. Firînên navneteweyî jî dê li gorî rewşa her yekê cuda bên nirxandin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp