Navbera Îsraîl û Hizbullahê de agirbest ket meriyetê
Washington, 19ê Hezîranê (Hibya) - Rayedarek Amerîkî ragihand ku Îsraîl û Hizbullah ji bo rawestandina pevçûnan li ser agirbestê li hev kirine û ev pêvajo ji saet 16:00ê bi dema herêmî dest pê kiriye.
Li gorî Reutersê, rayedarek bilind a Amerîkî ragihand ku navbera Îsraîl û Hizbullahê de agirbest hatye peyda kirin.
Rayedar got ku aliyan li ser agirbesta ku roja Înê saet 16:00ê bi dema herêmî ket meriyetê li hev kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku muzakerakarên Amerîka û Qatarê beşdarî pêvajoyê bûne û Îran jî di têkiliyên de cih girtiye.
Rayedar herwiha got ku piştî êrîşên hevdu yên ku di nav rojê de pêk hatin, aliyan li ser derbasbûna bo agirbestê li hev kirin û pêvajoya rawestandina şer dest pê kiriye.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî