Pûtîn: Çareseriya bingehîn a pirsgirêka Filistînê dewleteke Filistînê ya serbixwe ye
Moskova, 7ê Hezîranê (Hibya) - Serokê Rusyayê Vladimir Pûtîn got ku ji ber pêşveçûnên li derdora Îranê, mijara Filistînê di rojeva navneteweyî de kêmtir cih digire, lê pirsgirêk hîn jî berdewam e.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ve hate belavkirin de, Pûtîn got: "Di siya pêşveçûnên li derdora Îranê de, trajedya Filistînê dibe ku ji sernivîsan ketibe, lê winda nebûye."
Pûtîn bal kişand ser vê yekê ku helwesta Rusyayê li ser mijara Filistînê neguheriye û got: "Helwesta Rusyayê zelal e; tenê çareseriya bingehîn avakirina dewleteke Filistînê ya bi tevahî serbixwe ye."
Ajansa Nûçeyan a Kurdî