Trump: Çarçoveya peymanekî li ser Grînlend û herêma Arktîk hate damezrandin
Davos, 21ê rêbendanê (Hibya) – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, piştî civîna bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re, ragihand ku çarçoveya peymanekî li ser Grînlend û herêma Arktîk hatiye damezrandin.
Trump got ku piştî civîna bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re, çarçoveya peymanekî ya pêşerojê li ser Grînlend û herêma Arktîk hatiye çêkirin.
Trump diyar kir ku li gor vê lihevhatinê bacên gumrukî yên ku diviyabû 1ê sibatê bikevin meriyetê dê neyên sepandin û got: «Heke ev çareserî were temamkirin, dê ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hemû welatên NATOyê çareseriyekî pir baş be. Li ser Grînlendê di derbarê projeya Qubeya Zêrîn de axaftinên zêde têne kirin. Bi pêşketina danûstandinan re dê zêdetir agahî were dayîn.»
Trump zêde kir ku danûstandin dê ji aliyê fermandarên wekî Cîgirê Serokê Dewletê JD Vance, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Nûnerê Taybet Steve Witkoff ve bêne rêvebirin û ew ê rasterast jê re rapor bidin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî