Zelenski: Di êrîşa fuzeya balîstîk a Rûsyayê ya li ser Xarkivê de 7 kes jiyana xwe winda kirin
Kîyev, 7 Adar (Hibya) - Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenski ragihand ku di êrîşa fuzeya balîstîk a Rûsyayê ya li ser Xarkivê de herî kêm 7 kes jiyana xwe winda kirin û zêdetirî 10 kes, di nav wan de zarok jî hene, birîndar bûn.
Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenski diyar kir ku piştî êrîşa fuzeya balîstîk a Rûsyayê li ser Xarkivê, karên rakirina enkazê hîn jî berdewam dikin.
Zelenski got ku heta niha 7 kes jiyana xwe winda kirine, zêdetirî 10 kes, di nav wan de zarok jî hene, birîndar bûne, dibe ku hîn jî kes di bin enkazê de bin û tîmên xilasê li herêmê xebatên xwe didomînin.
Zelenski her weha bal kişand ser ku Rûsya li dijî Ukraynayê êrîşên mezin pêk anîne û got: “Rûsya li dijî Ukraynayê 29 fuzeyên û 480 balafirên bêmirovî, ku piraniya wan ‘Shahed’ in, bikar anî.”
Zelenski diyar kir ku êrîş li ser binesaziya enerjiyê ya li Kîyevê û xalên girîng li herêmên Hmelnitskî, Çernivtsî û Jitomir hatin kirin û her weha li herêmên Dnipro, Zaporijya, Vinnytsia, Odessa, Poltava, Sumi û Çerkasî jî zirar çêbû.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî