Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Di çarçoveya 55emîn salvegera têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Tirkiye û Çînê de, Koma Govend û Muzîkê ya Zanîngeha Zimanên Biyanî ya Pekînê li navçeya Fethiyeyê ya Muğlayê derket ser sehneyê.

Di çalakiyê de ku li Şanoya Kevn a Telmessosê hate lidarxistin, pêşandana gala ya bi navê «Hevbendiya Rêya Îpekê» hate pêşkêşkirin.

Koma ku stranên kevneşopî yên Çînê jî pêşkêş kirin, strana «Üsküdar'a gider iken» bi zimanên çînî û tirkî got.

Pêşandana komê ji aliyê temaşevanan ve bi destxweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin.

Çalakiya ku di atmosfera dîrokî de hate lidarxistin, bi balkêşî ji aliyê hezkiriyên hunerê ve hate şopandin.

Balyozê Çînê li Enqereyê Jiang Xuebin, Kaymakamê Fethiyeyê Fatih Akkaya, cîgirên şaredarê Fethiyeyê Sabri Oğuz Bolelli û Veli Uysal, û gelek hezkiriyên hunerê beşdarî çalakiyê bûn.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp