Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Wezîrê Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares ragihand ku di navbera Spanyayê û Bernameya Pêşvebirina Neteweyên Yekbûyî (UNDP) de Peymana Welatê Mêvandar hate îmzekirin.

Albares got ku Madrid di demeke nêz de dê nêzîkî 100 xebatkarên beşa Polîtîka û Bernameyan ya Bernameya Pêşvebirina Neteweyên Yekbûyî mêvandar bike.

Albares, bi bal kişandina ser piştgiriya xurt a Spanyayê ji piralîtiyê re, got: «Îro ez Peymana Welatê Mêvandar di navbera Spanyayê û Bernameya Pêşvebirina Neteweyên Yekbûyî de îmze dikim. Madrid dê di demeke nêz de nêzîkî 100 xebatkarên beşa Polîtîka û Bernameyan mêvandar bike. Spanya bi awayekî zelal û eşkere piştgirîya piralîtiyê dike.»

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp