Andrew Mountbatten-Windsor hat girtin
Londre, 19ê Sibatê (Hibya) - Andrew Mountbatten-Windsor bi gumana bikaranîna nebaş a wezîfeya giştî hat girtin. Gotin tê ku lêkolîn di çarçoveya îddîayên girêdayî sûcdarê cinsî yê mahkûm Jeffrey Epstein de tê meşandin.
Li gor The Guardian, girtin di çarçoveya lêkolînek girêdayî Epstein de pêk hat.
Piştî 08:00’ê sibehê roja Pêncşemê, wêneyên otomobîlên polîsên sivîl li Wood Farm di Sandringham Estate de di medyayê de belav bûn.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî