Baqaei: Ev êrîşan di heman demê de sûcê şer û jenosîd in
Tehran, 8 Adar (Hibya) – Axêverê Wezareta Karên Derve ya Îranê Esmaeil Baqaei êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê li ser binyadên enerjiyê yên Îranê wekî “şerê sûcdar” binav kir û got ku ev kiryar bûne sedema felaketeke mirovî û jîngehî.
Axêverê Wezareta Karên Derve ya Îranê Esmaeil Baqaei li ser êrîşên li ser depoyên xeznkirina sotemeniyê yên Îranê daxuyaniyek kir.
Baqaei got: «Şerê sûcdar ê ku Amerîka û Îsraîl li dijî neteweya Îranê dimeşînin, bi êrîşên qestî li ser binyadên enerjiyê yên Îranê ket qonaxeke nû ya xeternak.»
Baqaei bal kişand ser vê yekê ku ev êrîş rasterast sivîlan bandor dike û got: «Ev êrîşên li ser depoyên sotemeniyê ne tiştek din in ji bilî şerê kîmyewî yê qestî li dijî welatiyên Îranê. êrîşkaran bi hedefgirtina depoyên sotemeniyê madeyên xeternak û zehrîn li hewayê belav dikin, sivîlan zehir dikin, jîngehê têk dibin û ewlehiya jiyanê li asteke mezin dixin xeterê.»
Baqaei bal kişand ser encamên herêmî û got: «Encamên vê felaketa jîngehî û mirovî dê bi sînorên Îranê re sînordar nebin. Ev êrîş di heman demê de sûcê şer, sûc li dijî mirovahiyê û jenosîd in.»
Ajansa Nûçeyan a Kurdî