Berendsen: Cezayê 74 şepalan ku li hunermenda Îranî Ehmedî hat birîn, îşkence ye
Amsterdam, 26ê Mijdarê (Hibya) - Wezîrê Karên Derve yê Holandayê Tom Berendsen piştgiriya xwe ji hunermenda Îranî Perestû Ehmedî re, ku ji ber bê serpoş derketibû ser sahneyê bi 74 şepalan hatibû cezakirin, anî ziman û diyar kir ku ev ceza binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.
Wezîrê Karên Derve yê Holandayê Tom Berendsen bertek nîşanî cezayê 74 şepalan da ku ji ber bê serpoş derketina ser sahneyê li hunermenda Îranî Perestû Ehmedî hatibû birîn.
Berendsen got: “74 şepal ji ber bê serpoş derketina ser sahneyê. Ev îşkence ye û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ez li kêleka Perestû Ehmedî û hemû Îraniyên ku tenê dixwazin azad bin, im.”
Berendsen her wiha bal kişand ser girîngiya kampanyaya “Cîhanê Porteqalî Bike”, ku armanca wê bidawîkirina tundiya li dijî jinan e, û tekez kir ku ji ber vê yekê kampanya hîn jî girîngiya xwe diparêze.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî