NASA balafirên lêkolînê ji bo piştgirîkirina xebatên li fabrîqeya cebilxaneyê ya Iowa peywirdar kirin
Waşîngton, 24ê Mijdarê (Hibya) - NASA balafirên lêkolînê, pergalên çavdêriyê ji fezayê û personelê xwe yê zanistî ji bo piştgirîkirina xebatên li Fabrîqeya Cebilxaneya Artêşê ya Iowa, li bajarê Middletown ê eyaleta Iowa ya Amerîkayê, xiste dewrê.
Rêveberiya Neteweyî ya Aeronautîk û Fezayê ya Amerîkayê (NASA), di çarçoveya xebatên ku ji aliyê saziyên federal ve têne koordînekirin de, piştgiriya zanistî dide çalakiyên li Fabrîqeya Cebilxaneya Artêşê ya Iowa. NASA ji bo tevkariyê di xebatên li seranserê welêt de, balafirên taybet ên lêkolînê û îmkanên çavdêriyê ji fezayê xistine dewrê.
Li gorî daxuyaniya NASA, balafirên lêkolînê P-3 Orion û Gulfstream III ji Navenda Lêkolînê ya Langley li Virginia, herwiha balafira B200 ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Ames a NASA ve hatiye kirêkirin, hatine şandin herêmê. Di xebatan de daneyên ku ji amûra çavdêriyê ya fezayî ji bo şopandina emîsyonên qirêjker ên troposferê (TEMPO) hatine bidestxistin jî têne bikaranîn.
NASA bi hevkarên xwe yên di saziyên federal de, bi rêya amûrên zanistî yên pêşketî û pisporiya xwe, daneyên hawîrdorî û atmosferî kom dike. Armanc ew e ku ev dane tevkariyê li xebatên giştî yên bersivdan û nirxandinê yên ku ji aliyê saziyên federal ve têne meşandin bikin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî