Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Li Brîtanyayê, wezîr hatin cem hev da ku li ser pêşveçûnên Rojhilata Navîn û gavên Îranê yên derbarê Tengê Hormuzê de bipeyivin.

Di daxuyaniya piştî civînê de hate gotin ku bi hevkariya hevkaran re planek bikêr hatîye pêşxistin ji bo parastina veguhestina deryayî ya navneteweyî.

Wezîran berfirehkirina êrîşên Îranê yên ku keştiyên navneteweyî jî armanc dikin şermezar kirin û gotin: «Brîtanya dê li gorî qanûnên navneteweyî gel, berjewendî û hevpeymanên xwe biparêze.»

Di heman demê de, hukûmeta Brîtanyayê qada bikaranîna bazên Brîtanî di operasyonên Amerîkayê yên li dijî armancên têkildar bi Îranê de berfireh kir û destûr da ku ew di çarçoveya operasyonên parastinê de werin bikaranîn.

Hat xuyakirin ku ev biryar jî operasyonên li dijî kapasîteyên ku di êrîşên li ser keştiyan li Tengê Hormuzê de têne bikaranîn dihewîne û hate destnîşan kirin ku Brîtanya ê bi rasterastî beşdarî êrîşan nebe.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp