CENTCOM: Balafirên bombardîmanê yên gizlî B-2 tesîsên mûşekên Îranê xist
Washington, 1 Adar (Hibya) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di operasyona şeva borî de balafirên bombardîmanê yên gizlî B-2 tesîsên mûşekên balîstîk ên xurtkirî yên Îranê têk birin.
CENTCOM hûrguliyên operasyona hewayî ya li ser armancên stratejîk li Îranê hatî kirin parve kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonê de ji amûrên pêşkeftî û balafirên stratejîk hatî bikaranîn.
Di daxuyaniya CENTCOM de ev gotin hatin cîh kirin:
“Şeva borî, balafirên bombardîmanê yên gizlî B-2 yên Amerîkayê ku bi bombeyên 2.000 lîvre hatine teçhîz kirin, tesîsên mûşekên balîstîk ên xurtkirî yên Îranê xistin. Tu welat nikare tu caran ji biryar û qet’îbûna Amerîkayê şik bikin.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî