Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çiftçî li Şamê bi berpirsiyarên Sûriyeyê re li ser mijarên ewlehî, koçberî û rêveberiya karesatan gotûbêj kir.

Çiftçî got ku di Şamê de civînên ku têkiliyên dîrokî û biratiyê xurt dikin pêk anîn. Wî diyar kir ku bi Enes Xettab re li ser ewlehî, rêveberiya sînoran, koçberî û pêvajoya vegera dilxwazane axivîn.

Herwiha wî ragihand ku bi Raid Salih re «Muhtîra Hevkariya li Qada Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn» îmze kirine.

Çiftçî diyar kir ku di çarçoveya serdana xwe de ji aliyê Ehmed eş-Şara ve hat qebûlkirin û silavên Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan gihandine.

Wî li ser girîngiya serdanê got: «Em ji Şamê bi girêdanên dilî yên xurtir, bi baweriya xurtir li biratiya xwe û bi hêviyên mezintir ji bo pêşeroja hevpar veqetiyan. Xwedê gavên me xêr bike û biratiya me herdem bimîne.»

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp