Guterres gazî kêmkirina emîsyonan û xurtkirina ewlehiya enerjiyê kir
New York, 26 Sibat (Hibya) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres gazî welatan kir ku emîsyonan kêm bikin û ewlehiya enerjiyê xurt bikin.
Sekreterê Giştî yê NY Guterres diyar kir ku cîhan dikeve serdema enerjiyê ya paqij.
Guterres bal kişand ku li hema hema her devera cîhanê, çavkaniyên enerjiyê yên nûjen niha bûne çavkaniya herî erzan, herî lez û herî ewle ya nû ya elektrîkê û got: «Werin em bi hev re emîsyonan kêm bikin, ewlehiya enerjiyê xurt bikin, pêşketinê piştgirî bikin û aramiya mayînde misoger bikin.»
Ajansa Nûçeyan a Kurdî