Guterres: Yemen hewcedarê pêşerojeke siyasî ye
New York, 22ê Cotmehê (Hibya) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, bi destnîşankirina ku sivîl ji ber zêdebûna pevçûnan li Yemenê û êrişên Hûsiyan li ser armancên sivîl li Erebistana Siûdî zirareke mezin dibînin, bang li aliyan kir ku xwe bigirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres derbarê zêdebûna pevçûnan li Yemenê û êrişên Hûsiyan li ser armancên sivîl li Erebistana Siûdî daxuyanî da.
Guterres diyar kir ku ev êriş nayên qebûlkirin û got ku sivîl rastî êş û azarên mezin tên û aloziyên herêmî zêde dibin.
Guterres bi gotina «Yemen hewcedarê pêşerojeke siyasî ye» bang li aliyan kir ku xwe bigirin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî