Ji Amerîkayê şertê nû ya vîzayê
Ankara, 28 Çileya Paşîn (Hibya) — Sefareta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Ankarayê li ser rêziknameya nû ya ku dê di pêvajoyên daxwaza vîzayê de were sepandin daxuyanî da.
Sefareta DYA li Ankarayê ragihand ku kesên ku daxwaza vîzayê dikin divê mîhengên taybetmendiyê yên hesabên xwe yên medyayên civakî bikin «giştî».
Di daxuyaniyê de hat gotin: «Ji 15ê Kanûna Paşîn a 2025’an û li gorî qanûnên DYA, ji bo hêsankirina pêvajoya kontrolê ya ku destnîşankirina nasname û şertên têketina Dewletên Yekbûyî dike, hemû daxwazkarên vîzayên ne-koçber yên kategoriyên F, M û J, û her weha daxwazkarên vîzayên H-1B an H-4, mecbûr in ku mîhengên taybetmendiyê yên hemû hesabên xwe yên medyayên civakî bikin giştî».
Ajansa Nûçeyan a Kurdî