Trump: Keştiyên Îranê yên ku nêzî Tengava Hormuz dibin dê bêne tunekirin
Washington, 13 Nîsan (Hibya) – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di derbarê keştiyên Îranê yên li Tengava Hormuz de daxuyaniyek kir.
Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump di hesabê xwe yê medyaya civakî de li ser Tengava Hormuz daxuyaniyên kir.
Trump got: “Keştiyên ku nêzî blokadeya me dibin dê di cih de bêne tunekirin.”
Li gorî CCTV, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku li ser trafîka deryayî ya ku dikeve û derdikeve limanên Îranê blokade tê danîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev pêkanîn limanên Îranê yên li Gola Farsê û Deryaya Omanê dihewîne.
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraêlê Binyamin Netanyahu jî di civîna kabîneyê de got ku ew piştgirî dide blokadeya deryayî ya Amerîkayê.
Wezîrê Parastinê yê demkî yê Îranê Seyyid Mecîd Îbn el-Riza got ku welat di asta herî bilind a hişyariyê de ye.
Wî zêde kir ku her êrîşeke muhtemel dê bi bersivekê xurt bê pêşwazîkirin.
Rayedarên Îranî gotin ku hewildanên Amerîkayê yên ji bo destwerdana leşkerî li Tengava Hormuz û Deryaya Omanê dê têk biçin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî