Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez di daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku Partiya Gel (PP) asteng li pêş derxistina lîstikeke şanoyê ya Josefina Aldecoa li ser sahneyê ji aliyê xwendekarên Şanoya Şaredariya Zaragoza ve derxistiye.

Sanchez diyar kir ku di kêmtir ji mehekê de ev cara sêyemîn e ku astengiyeke wiha pêk tê û got: “Dîsa heman tişt qewimî. PP bi hinceta ku berhemeke Josefina Aldecoa ‘neguncaw’ e, nahêle xwendekarên Şanoya Şaredariya Zaragoza wê berhemê li ser sahneyê derxin.”

Sanchez bûyer wek sansûr û siyaseta paşveçûna rastgirên siyasî bi nav kir û got: “Bifikirin, eger ew Spanyayê bi rê ve bibin, dikarin çi bikin.”

Sanchez daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê em wan li sindoqên dengdanê rawestînin.”

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp