Li Pakistanê di mizgeftê de teqîn
Îslamabad, 6ê Sibatê (Hibya) – Di paytexta Pakistanê Îslamabadê de, di dema nimêja înê de li mizgeftê teqînek pêk hat.
Li gorî CNN, di teqîna ku di dema nimêja înê de li mizgeftê li Îslamabadê pêk hat, herî kêm 31 kes jiyana xwe winda kirin û 169 kes birîndar bûn.
Hate ragihandin ku ev êrîş ji berê êrîşa mizgefta Peşewarê ya di Çileya 2023’an de pêk hatî, herî kuştar êrîşa li welêt e.
Li gorî çavkaniyên polîsê, lêkolînên navxweyî nîşan didin ku Talibanên Pakistanê an jî Tehrik-i-Taliban Pakistan (TTP) li pişt êrîşê ne, û heta niha tu kom berpirsyariyê negirtîye.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî