Macron: Divê tu jin di nav tirsê de nejî
Parîs, 25ê Mijdarê (Hibya) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di peyama xwe ya 25ê Mijdarê de bal kişand ser gavên qanûnî yên ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan û ragihand ku piştgiriya ji bo parastina mexdûran dê berdewam bike.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di peyama ku bi boneya 25ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinan, weşand de diyar kir ku divê tu jin di nav tirsê de nejî û têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan dê bi biryardarî berdewam bike.
Macron di peyama xwe ya li ser medyaya civakî de tekez kir ku divê mirov tu carî li ber şîdetê serî netewîne û wiha got: “Divê tu jin di nav tirsê de nejî. Em tu carî li hember şîdetê teslîm nebin. Ji bo ku em dawî li şîdetê bînin, bila em bi hemû derfetên xwe têkoşînê bidomînin. Ji Civîna Lutkeyê ya li ser Şîdeta Navmalî ya sala 2019an ve, komele, pispor û parlementer di çarçoveya xebatên amadekirina pêşnûmeya qanûneke berfireh a ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser bingeha zayendperestiyê û şîdeta zayendî de bi biryardarî têkoşîna xwe domandin. Ez ê li kêleka jinên ku bûne mexdûrên şîdetê bimînim û ji bo parastina wan a baştir û piştgiriya demdirêj a ji wan re gav bavêjim.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî