Makron: Ewropî bi biryar in ku çavkaniyên darayî yên şerê êrîşkar ê Rûsyayê qut bikin
Parîs, 1ê Adarê (Hibya) – Serokê Fransa Emmanuel Macron got ku Ewropa bi biryar e ku finansmana şerê Rûsyayê qut bike.
Makron ragihand ku li “fîloya siya” darbeyek giran hat dayîn û li Deryaya Bakur operasyonek hat lidarxistin.
Wî diyar kir ku di operasyona hat lidarxistin de tankerê neftê yê bin sanksiyonan hat rawestandın û helîkopterên Hêzên Deryayî yên Fransa di şevê de piştgirî dan operasyona ku hêzên Belçîkayê pêk anî.
Makron got: «Ewropî bi biryar in ku bi sepandina sanksiyonan çavkaniyên darayî yên şerê êrîşkar ê Rûsyayê li dijî Ukraynayê qut bikin.»
Ajansa Nûçeyan a Kurdî