Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ragihand ku hejmara mirinên ji ber sorikê li seranserê cîhanê di sala 2025an de li gorî sala 2000î ji sedî 91 kêm bûye û daketiye 72 hezaran. Lê belê, zêdetirî 29 milyon zarok hîn nehatine vakslêdan an jî hemû dozên vaksînê negirtine, ji ber vê yekê metirsiya belavbûna dîsa ya nexweşiyê berdewam dike.

Li gorî daneyên RTC'yê, di sala 2025an de nêzîkî 10 milyon kes bi sorikê ketin û li 59 welatan şewbên mezin derketin. Li seranserê cîhanê ji sedî 84ê zarokan doza yekem a vaksînê û ji sedî 77ê wan doza duyemîn girtin. Li welatên ku dahata wan kêm e, rêjeya vaksînlêdana doza duyemîn tenê ji sedî 57 ma, ku newekheviya gihîştina vaksînan di navbera welatan de eşkere kir. Rêveberê giştî yê RTC'yê Tedros Adhanom Ghebreyesus hişyarî da û got: “Mirinên ji ber sorikê tu carî ewqas kêm nebûbûn. Lê sorik guhnegirtinê nabexşîne.”

RTC'yê diyar kir ku ji sala 2000î ve vaksînên li dijî sorikê jiyana zêdetirî 60 milyon kesan rizgar kirine û heta dawiya sala 2025an hat piştrastkirin ku 95 welatan nexweşî ji holê rakiriye an jî statûya xwe ya ji holêrakirina nexweşiyê parastiye. Rêxistinê tekez kir ku ji bo pêşîgirtina li şewban divê her zarok bigihîje du dozên vaksînê, rêjeya vaksînlêdanê were bilindkirin û pergalên şopandina nexweşiyan bên bihêzkirin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp