Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Li gorî DW, êrîş di saetên serê sibehê de li gundên Tunga-Makeri, Konkoso û Pissa yên li eyaleta Niger qewimî.

Ev gund beşek ji herêma Borgu ne ku li ser sînorê eyaleta Kwara ye, ku di destpêka vê mehê de milîtanên îslamî zêdetir ji 160 kesan kuştin.

Êrîşa roja Şemiyê di nav şertên bêewlehiyê yên zêdeyî de qewimî, ku li bakurê Nîjeryayê hem dijî cîhadîstan û hem jî dijî çeteyên çekdar ên ku bi navê “diz” têne zanîn û ji bo fîdyeyê kesan direvînin tê şer kirin.

Li gorî rayedar û gelê herêmî, gelek mal di êrîşê de hatin şewitandin.

Wasiu Abiodun, axaftvanê polîsê eyaleta Niger, êrîşa li ser Tunga-Makeri piştrast kir.

Wî got: “Dizên gumanbar gundê Tunga-Makeri êrîş kirin… şeş kes jiyana xwe winda kirin û hin mal hatin şewitandin,” û zêde kir ku “hejmarek ne diyar a kesan hatine revandin.”

Abiodun her weha êrîşa li ser gundê Konkoso piştrast kir, lê agahiyên zêdetir neda.

Li pişt êrîşan gelek kes winda ne û tê tirsîn ku hejmareya kuştî zêde bibe.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp