Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe ya bi boneya 25ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Li Ser Jinan, de ragihand ku li seranserê cîhanê ji her 3 jinan yek rastî tundûtûjiya li ser bingeha zayenda civakî tê.

NY di peyameke li ser medyaya civakî de bal kişand ser wê yekê ku jinên rastî tundûtûjiyê tên, bi bêdengî, guman û sûcdarkirinê re rû bi rû dimînin û bang kir: “Bêdengiyê bişkînin, ji qurbaniyan bawer bikin, dadmendiyê bixwazin”.

Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku dema jin û keç rastî tundûtûjiyê tên, divê dadmendî ji wan re ne dûrî destpêgihîştinê be. Hat diyarkirin ku her banga alîkariyê ya bêbersiv, her ragihandina ku tê paşguhkirin û her kiryara tundûtûjiyê ya bêceza dimîne, tora bêcezayiyê hê bêtir xurt dike. NY diyar kir ku dadmendî nayê paşxistin û bang li civaka navneteweyî kir ku bikeve tevgerê.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp