Plenkovic bi Seroka Encumena Wezîran a Bosna û Herzegovînayê Kristo re hevdîtin kir
Zagreb, 2ê Cotmehê (Hibya) - Serokwezîrê Xirvatistanê Andrej Plenkovic li Mostarê bi Borjana Kristo, Seroka Encumena Wezîran a Bosna û Herzegovînayê, re hevdîtin kir.
Serokwezîrê Xirvatistanê Andrej Plenkovic li Mostarê bi Borjana Kristo, Seroka Encumena Wezîran a Bosna û Herzegovînayê, re hevdîtin kir.
Plenkovic di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hevdîtinê de got ku têkiliyên di navbera Xirvatistan û Bosna û Herzegovînayê de, hevkariya aborî û xebatên hevpar ên di warên cuda de hatine nîqaşkirin.
Plenkovic diyar kir ku piştgiriya ji bo pêvajoya endamtiya Bosna û Herzegovînayê ya Yekîtiya Ewropayê jî di ajandaya hevdîtinê de bû û got ku welatê wî dê xebatên xwe ji bo piştgirîkirina Bosna û Herzegovînayeke aram û karîger bidomîne.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî