Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan bi pêşengiya aliyê Ermenistanê axaftineke telefonî pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya aliyê Rûsyayê, di axaftina 27ê Tîrmehê de pêvajoya tevlêbûna Ermenistanê ya Yekîtiya Ewropayê û têkiliyên wê bi Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê (YAA) re hatin nirxandin.

Hat ragihandin ku Putîn pabendbûna xwe bi sozên di daxuyaniya hevpar de dubare kir; daxuyaniya ku di Lûtkeya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ya 29ê Gulanê li Astana ji aliyê serokên Belarus, Qazaxistan, Qirgizistan û Rûsyayê ve hatibû pejirandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo Ermenistan biryarê bide ka dê tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe an di YAA de bimîne, divê referandumeke neteweyî bê lidarxistin.

Di axaftinê de herwiha li ser têkiliyên di navbera her du welatan de û pêşketinên herêmî nêrîn hatin guhertin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp