Serokwezîrê Almanyayê Merz: Pergala nû ya penaberiyê ya Ewropayê ket meriyetê
Berlin, 12 Hezîran (Hibya) - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ragihand ku “guhertina koçberiyê” li asta neteweyî û Ewropî hatiye destpêkirin û Pergala Hevbeş a Penaberiyê ya Ewropayê ketiye meriyetê.
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ragihand ku “guhertina koçberiyê” li asta neteweyî û Ewropî hatiye destpêkirin û Pergala Hevbeş a Penaberiyê ya Ewropayê ketiye meriyetê.
Merz got ku pergala nû ya ku di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de hatiye xebitandin armanc dike ku pêvajoyên penaberiyê zûtir bibin, rêveberiya wan birêkûpêk bibe û berpirsiyariyên navbera welatên endam bi awayekî dadperwer were parvekirin. Wî girîngiya sepandina bi bandor a vê reformê jî xiste ser ziman.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî