Starmer: Rûsya vê şerê qet naberze
Londra, 24 Sibat (Hibya) – Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer got ku heta ku aştiya dadperwer û domdar were peyda kirin, ew ê piştgiriya xwe ji Ukraynayê re bidomînin.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer got: “Ji dagirkirina vahşî û tam a Rûsyayê li dijî Ukraynayê çar sal derbas bûne û peyama me ji gelê Ukraynayê re hêsan e: Brîtanya li gel we ye.”
Starmer diyar kir ku ew piştgiriya leşkerî, mirovahî û nûavakirinê zêde kirine û heta ku aştiya dadperwer û domdar were misoger kirin, ew ê piştgiriya xwe bidomînin.
Starmer zêde kir: “Rûsya vê şerê qet naberze.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî