Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andrii Sybiha li ser êrişên Rûsyayê daxuyaniyek kir.

Sybiha diyar kir ku tevî gotinên ku şer bi dawî dibe, rewşa li qada şer cuda ye û got: “Kirinên Putin tam berevajî wê nîşan didin. Li şûna ku pêşniyara Ukraynayê ya dirêjkirina agirbestê qebûl bike, ew şer dirêj dike.”

Sybiha got ku di şev û rojê de gelek herêmên Ukraynayê bin êrişan bûn û Odesa, Zaporijya, Xarkov, Xerson, Çerkasî, Poltava, Kîev, Xmelnitskî, Ivano-Frankivsk, Rivne û Zakarpatya di nav herêmên ku bi balafirên bêmirov hatin armanc kirin de bûn.

Sybiha got ku di êrişan de binesaziya sivîl û deverên niştecihbûnê hatin xistin û ku birîndar û kuştî hene.

Sybiha diyar kir ku herêma Zakarpatya bi taybetî rastî êrişên giran hat û hin balafirên bêmirov li nêzî sînorên Yekîtiya Ewropayê û NATOyê ketin.

Di daxuyaniya xwe de Sybiha serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî rexne kir û got: “Putin derewkar e û divê cîhan li kirinên wî binêre ne li gotinên wî.”

Sybiha got ku rêya bidawîkirina şer zêdekirina zextê li Moskowayê ye û bang li cezayên zêde, piştgirîya Ukraynayê, zêdekirina windahiyên Rûsyayê li qada şer û îzolasyonê kir.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp