Trump: Do 19 milyon bermîl neft ji Tengava Hurmuzê derbas bûn
Washington, 23ê Hezîranê (Hibya) - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li ser herikîna neftê ya ku ji Tengava Hurmuzê derbas dibe daxuyanî kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku di rojekê de 19 milyon bermîl neft ji Tengava Hurmuzê derbas bûn û ev rekora herî mezin a dîrokê ye.
Trump got ku bihayên neftê daketine û ev pêşketin nîşan dide ku li ser asta cîhanî hawîrdorek ewletir çêdibe.
Trump di nirxandina vê rewşê de got ku zêdebûna herikîna enerjiyê bandorek erênî li bazaran kiriye û zêde kir: “Cîhan bûye cihêk pir ewletir.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî