Trump: Hêvî dikim me neçar nebin ku bikevin şer
Washington, 19ê Gulanê (Hibya) - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, li ser tengezariya bi Îranê re axivî û got ku hêvî dike neçar nebin ku bikevin şer, lê dibe ku neçar bimînin careke din jî lêdanekê bidin û ev yek di demeke nêz de dê were zanîn.
Serokê DYA Donald Trump li ser pirsên rojnamevanekî derbarê amadekariyên operasyonekê li dijî Îranê û tevgera leşkerî ya di navbera herdu welatan de daxuyaniyên kir.
Trump bi amaje kirina gengazbûna gavên leşkerî li dijî Îranê û nezelaliyê got: “Hêvî dikim me neçar nebin ku bikevin şer, lê dibe ku mecbûr bimînin careke din jî lêdanekê bidin wan. Hêj ne ez bawer im. Hûn ê di demeke pir nêz de bizanin.”
Li ser pirsa rojnamevanekî ya “Tu çiqas nêzî êrîşa li Îranê bûyî?” de, Serok Trump got: “Ez tenê saetek dûr bûm. Her tişt amade bû, niha dê pêk dihat.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî