Trump: Îranê li Tengava Hurmuzê bi dronan êrişî keştiyan kir
Washington, 26ê Hezîranê (Hibya) – Wezîrê Parastinê yê DYA, Pete Hegseth, daxuyaniya Serokê DYA Donald Trump belav kir ku tê de hat gotin Îranê li Tengava Hurmuzê bi dronan êrişî keştiyan kiriye û ev yek binpêkirina agirbestê ye.
Wezîrê Parastinê yê DYA Pete Hegseth daxuyaniya Donald Trump derbarê Tengava Hurmuzê de belav kir. Trump îdia kir ku Îranê herî kêm çar dronên êrîşê yên yekalî ber bi keştiyên ku ji Tengava Hurmuzê derbas dibûn şandin. Wî got yek ji van dronan li ser banê jorîn ê keştiyek mezin a barhilgir ket, lê keştî tevî zirarê rêya xwe domand. Trump her wiha got sê dron hatin xistin û bûyerê wek «binpêkirinek eşkere» ya peymana agirbestê binav kir.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî