Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump derbarê danûstandinên asta bilind ên bi Îranê re, ku armanca wan kêmkirina tengezariyê li Rojhilata Navîn e, daxuyaniyek kir.

Trump bi razîbûna xwe ya li ser pêşketina danûstandinan got: "Ez kêfxweşim ku ragihînim ku di du rojan dawî de Dewletên Yekbûyî û Îran danûstandinên gelek baş û berhemdar kirine li ser çareserkirina tevahî û dawî ya dijminatiyên me li Rojhilata Navîn".

Li ser naveroka danûstandinan û bandora wan li ser operasyonên leşkerî, Trump zêde kir: "Li gorî atmosfera û tona van danûstandinên kûr, hûrgulî û çêker û bi şertê serkeftina civîn û şêwirmendiyên domdar, min ferman da Wezareta Parastinê ku hemû êrişên leşkerî li dijî santralên enerjiyê û bingehên enerjiyê yên Îranê bo pênc rojan bêne paşxistin".

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp