Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Wezîrê Karên Derve yê Estonyayê Margus Tsahkna bal kişand ser gavên teknolojîk ên ji bo zêdekirina ewlehiya sînor û got ku kapasîteya çavdêriyê li ser xeta sînorê Yekîtiya Ewropî û NATOyê hatiye xurtkirin.

Wezîr Tsahkna di ragihandina pêşketina li ser xeta sînor de got: “Xalên kor li ser sînorê Yekîtiya Ewropî û NATOyê ji holê radibin. Pergalek nû ya çavdêriya balafirên bêmirov li ser çemê Narva ket xebatê.”

Tsahkna bi bal kişandina ser parêzvanên sînor ên Estonyayê got: “Ev, ji parêzvanên sînor ên Estonyayê re derbarê çalakiya balafirên bêmirov li sînor û nêzî sînor agahiyeke gelek zelaltir peyda dike.”

Tsahkna bi behskirina armancên dema pêş de daxuyaniya xwe bi van gotinan qedand: “Gava din ew e ku kapasîteya berxwedana li dijî balafirên bêmirov hem li sînor û hem jî li seranserê Estonyayê were pêşxistin.”

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp