UNRWA: Mafê perwerdehiya zarokan divê were parastin
New York, 20 Sibat (Hibya) - Ajansa Alîkariya û Karûbarên Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînê (UNRWA) ragihand ku parastina mafê perwerdehiya zarokan li Gazayê ji bo avakirina pêşeroja wan şert e.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku zarokên li Gazayê zehmetiyên nehatine xeyal kirin dijîn.
Di daxuyaniyê de ku girîngiya parastina mafê wan yê perwerdehiyê ji bo avakirina pêşeroja wan hat xuyang kirin, ev gotin hatin tomar kirin:
“UNRWA niha di cihên perwerdehiya demkî û serhêl de ji wan re perwerdehî dide. Perwerdehiya keç û kurên li Gazayê bi UNRWA ve girêdayî ye — pêşeroja wan jî wisa ye. Çi bibe, UNRWA xebata xwe didomîne.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî