UNRWA: Tevî ku agirbest heye jî, li Qezayê çalakiyên leşkerî didomin
New York, 30 Çile (Hibya) – Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) li ser pêşveçûnên li Qeza û Rojavayê Şerîqî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya UNRWA de hat ragihandin ku di 27ê Çileyê de av ji tesîsên UNRWA yên di Kampê Şufatê de hate qutkirin û roja piştî wê jî qutbûna elektrîkê çêbû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di kampê de zêdetir ji 16 hezar penaberên Filistînî yên tomarkirî dijîn û ev yek, li dijî biryarên Dadgeha Navneteweyî ya Dadê, qonaxa dawî ya sepandina qanûnên dijî UNRWA ji aliyê desthilatên Îsraîlî ve ye.
«Tevî ku agirbest heye jî, li Qezayê çalakiyên girîng ên leşkerî didomin. Ji meha Cotmehê 2025’an vir ve, di êrişên Îsraîlî de 477 Filistînî hatine kuştin. Niha ji her çar malbatan yek, tenê bi yek xwarinê rojane dijî.»
Di daxuyaniyê de hate gotin ku herî kêm 9 zarok ji ber hipotermiyê jiyana xwe winda kirin û hate xuyang kirin ku UNRWA piştgiriya xwe ya aşîkirin û perwerdehiyê zêde dike.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî