Wong: Roja Neteweyî pîroz be ji gelê Sultanata Brunei
Kanberra, 23 Sibat (Hibya) - Wezîra Karên Derve ya Awustralya Penny Wong di peyama xwe ya li ser Roja Neteweyî ya Sultanata Brunei de girîngiya hevkariyê û dostaniya her du welatan destnîşan kir.
Penny Wong di vesîleya Roja Neteweyî, ku salvegera serxwebûna Brunei ye, peyamek pîrozbahî belav kir.
Wong got: “Selamat Hari Kebangsaan, Roja Neteweyî pîroz be ji Hazretê Sultan û gelê Sultanata Brunei. Awustralya û Brunei xwedî dostaniyek nêzîk û hevkariyek berfireh in.”
Wê di dawiyê de got ku ew bi hêvî ye ku ji bo pêşketina herêmê ya aştiyane, stabîl û geşbûnê xebatê bidomînin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî