Yermak bi Serokê berê yê Encûmena Ewropî Michel re hevdîtin kir
Kiev, 11ê Nîsanê (Hibya) - Serokê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Andriy Yermak bi Serokê berê yê Encûmena Ewropî Charles Michel re li ser lêgerîna dadmendiyê ji bo qurbanên şerê Rûsya-Ukraynayê û hevkariya hiqûqî axivî.
Serokê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Andriy Yermak li ser hevdîtina xwe ya bi Charles Michel re daxuyaniyek kir.
Yermak, ku behsa hevaltiya xwe ya dirêjdem bi Michel re û qonaxa wî ya nû ya profesyonel kir, got: “Ez bi hevalê xwe yê demdirêj, Serokê berê yê Encûmena Ewropî Charles Michel re hevdîtin kirim. Me li ser hevkariyê axivî.”
Yermak, dema ku mijarên bingehîn ên hevdîtinê parve kir, ev gotin anîn ziman:
“Navenda baldarîya me ev in: dadmendî ji bo Ukrayniyên ku ji ber şerê Rûsyayê hatine bandor kirin, girtiyên şer, zarokên sirgûnkirî, karsazî”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî