Zelenski: Em nikarin bêjin ku encama danûstandinên Cenevrê têr e
Kiyev, 18 Sibat (Hibya) – Serokê Dewleta Ukraynayê, Volodimir Zelenski, got ku heta îro nikarin bêjin ku encama danûstandinên Cenevrê têr e.
Serokê Dewleta Ukraynayê, Volodimir Zelenski, diyar kir ku di vê demê de nikarin bêjin ku encama civînên Cenevrê têr û qane'ker e.
Zelenski ragihand ku nûnerên leşkerî hin mijaran bi awayekî ciddî û bingehîn destnîşan kirine, lê mijarên siyasî yên hessas, kompromîsên gengaz û civîna pêwîst a serokên dewletan hîn bi têrî nehatiye nîqaş kirin.
Zelenski got: “Em bi heyecan li benda civîna din in û rast e ku ew di Sibatê de pêk were.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî