Zelenski: Mirina Patrîk Filaret ji bo Ukraynayê windabûnek mezin e
Kîev, 20 Adar (Hibya) - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski ji ber mirina Patrîk Filaret peyamek serxweşiyê weşand.
Serokê Ukraynayê Zelenski bi Metropolît Epifaniy re civîn kir û hemû xristiyanên Ortodoksan re serxweşî ragihand.
Zelenski diyar kir ku Filaret ji bo Ukraynayê kesek girîng bû û got: “Ev ji bo Ukrayniyan windabûnek mezin e.”
Zelenski got ku Filaret di serbixwebûna Dêra Ukraynayê û xurtkirina avahiyê dewletê de rolê girîng lîst û zêde kir: “Gelê Ukraynayê dê her dem bexşên wî bi rûmet bînin.”
Herwiha Zelenski bal kişand ser bangewaziya Filaret ya yekîtî û got: “Wî me hîn kir ku li ser fikra Ukraynayek hêzdar û serbixwe bi hev re bibin yek.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî