Zelenskiy: Rûsya dest bi piştgirîkirina rejîma Îranê bi firokeyên bêmirov kir
Kîyev, 11 Adar (Hibya) – Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy li ser hevkariya leşkerî ya di navbera Rûsya û Îranê de axivî.
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy li ser çalakiyên leşkerî yên Rûsya li Rojhilata Navîn û hevkariya wê bi rejîma Îranê re daxuyaniyek kir.
Zelenskiy li ser qebareya piştgirîya leşkerî ya ku Rûsya ji Îranê re dide axivî û got: “Rûsya dest bi piştgirîkirina rejîma Îranê bi firokeyên bêmirov kir. Ew ê bêguman di mijara mûşekan de jî alîkariyê bike û di parastina asmanî de jî piştgirî dide.”
Zelenskiy li ser ihtîmala ku pêvajoyê dibe aliyekî leşkerî got: “Pêşî çi tê? Dema ku ev rewş tê hesibandin, tenê yek pirs heye: kengê û kîjan welat dê yekemîn be ku bi şandina leşkeran piştgirî bide rejîma Îranê?”
Zelenskiy vê rewşê bi piştgirîya leşkerî ya ku Koreya Bakur da Rûsya re berawird kir û got ku şandina leşkeran li Rûsya niha tê vê wateyê ku rewşek wekhev dikare li Îranê jî çêbibe.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî