Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Karên Derve ya Qeterê, wezîrên karên derve yên 16 welatan li ser daxuyaniya Israîlê ya tayînkirina elçiyek diplomatîk li “Somaliland”ê reaksiyon nîşan dan.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku wezîrên karên derve yên Dewleta Qeterê, Dewleta Kuweytê, Padîşahiya Erebistana Siûdî, Komara Ereba Misrê, Komara Federal a Somalî, Komara Sûdanê, Dewleta Lîbyayê, Komara Gel a Bangladeşê, Komara Demokratîk û Gel a Cezayîrê, Dewleta Filistînê, Komara Tirkiyê, Komara Endonezyayê, Komara Îslamî ya Pakistanê, Komara Îslamî ya Morîtanyayê, Padîşahiya Haşimî ya Urdunê û Sultanata Omanê helwesteke hevbeş girtin.

Di daxuyanîyê de hate destnîşankirin ku hewlê Israîlê yê tayînkirina nûnerê diplomatîk li Somalilandê binpêkirineke eşkere ya serwerî, yekîtî û yekparetiya axa Somalî ye û ev gav hate şermezarkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku gavên yekalî yên ku serweriya dewletan binpê dikin têne redkirin û piştgirî ji yekîtiya Somalî û saziyên wê yên qanûnî re hate ragihandin.

Di daxuyanîyê de her wiha hat gotin ku ev hewl ne li gorî Pîmana Neteweyên Yekbûyî û prensîbên Yekîtiya Afrîkayê ye û dikare li Sînga Afrîkayê astengî li stabîlîtiyê bike û bandorê neyînî li ser aşîtî û ewlehiya herêmî bide.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp