Beyoncé bû muzîsyena pêncemîn a milyarder
Stokholm, 30ê Kanûnê (Hibya) – Li gorî Forbesê, Beyoncé niha bû muzîsyena pêncemîn a milyarder. Hunermenda bi xelata Grammy, piştî serkeftina tûra Cowboy Carter, tevlî navên wek hevjînê xwe Jay-Z û Taylor Swift bû.
Hunermenda 44-salî ya bi xelata Grammy, piştî serkeftina tûra Cowboy Carter ya ku ji firotina bilêtan zêdetirî 400 milyon dolar û ji firotina hilberan jî zêdetirî 50 milyon dolar dahat çêkir, ket nav rêza mirovên herî dewlemend ên cîhanê.
Tûra wê ya berê ya cîhanî Renaissance zêdetirî 579 milyon dolar dahat çêkiribû. Hevjînê wê Jay-Z di sala 2019an de bû muzîsyena yekem ku ket nav lîsteya milyarderên Forbesê.
Rihanna, Bruce Springsteen û Taylor Swift jî di nav wan kesan de ne ku gihîştine vê statûya taybet. Li gorî Forbesê, beşa herî mezin a sermayeya kesane ya Beyoncé ji kariyera wê ya muzîkê tê.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî