Borsayên Ewropayê bi bilindbûnê vebûn
Stenbol, 25 Îlon (Hibya)-Di roja dawî ya bazirganiyê ya hefteyê de li borsayên Ewropayê hereketeke erênî hate dîtin, û FTSE MIB bi bilindbûna ji sedî 1,17 derket pêş.
Di roja dawî ya bazirganiyê ya hefteyê de borsayên Ewropayê bilind bûn. STOXX 600 bi zêdebûna ji sedî 0,62 gihîşt 640,35 puanan, DAX-a Almanyayê jî bi zêdebûna ji sedî 0,65 gihîşt 25.430,26 puanan.
Li Brîtanyayê FTSE 100 bi zêdebûna ji sedî 0,41 gihîşt 10.723,29 puanan, li Fransayê jî CAC 40 bi bilindbûna ji sedî 0,25 gihîşt 8.102,01 puanan.
Li Îtalyayê FTSE MIB bi bilindbûna ji sedî 1,17 gihîşt 52.148,87 puanan.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî